Li Danîmarkayê mîtîng: Heta ku tecrîd ranebe wê kaos nesekine

Li Danîmarkayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin û faşîzma AKP’ê hate protestokirin.

Li Danîmarkayê li Kopengahê li ser rêya herî şên Kûltorvetê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadî hate xwestin û mîtîngeke bi meşaleyî hate lidarxistin.

‘PIŞTÎ KU ERDOGAN PÊVAJO QEDAND’

Li ser navê Partiya Yekîtiyê ya Kesk û Sor Nîkolaj Vîllûmsen axivî yê ku wekî çavdêr tevlî doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Selahattîn Demîrtaş bûbû. Vîllûmsen diyar kir piştî ku Erdogan ‘Pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan zêdetir bû.

Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî bal kişand ser qirkirina siyasî û got, “5 hezar hevalên me hatiye girtin dibe ku em di şertên dijwar de siyasetê dikin lê rejîma AKP-Erdogan bêtir di rewşeke zehmet de ye. Heta ku dîsa pêvajoya aştiyê neyê destpêkirin û tecrîda li ser rêzdar Ocalan ranebe, wê Tirkiye ji vê kaosê rizgar nebe.”

Li ser navê FEYKURD’ê Îbrahîm Benlî jî axivî û diyar kir ku demokrasî û azadî nirxên hêja ne û mirov nikare dev ji wan berde û Kurdan ji bo van tiştan berdêlên giran dane.