Li Danîmarkayê lez hate dayîna xebatên ‘NA’

Li Danîmarkayê ji bo referandûmê lez hate dayîna xebatên ‘NA’ yê.

Platforma NA ya Danîmarka ku ev meheke zêdetire hatî avakirin lez dan xebatên xwe yên dengê NA ku di referandûma 16'ê Nîsanê de bê dengdan.

Platformê xebatên xwe bi komîteyên bajar û gund, çapemenî-enformasyon, karên zanistê, karên pratîkê, bi komîteyên propaganda û dîplomasiyê re didomîne.

Li ser vî bingehî her hefte Koordînasyona Platforma NA ya Danîmarkayê bi civînan xebatên komîteyên dinirxîne û gotûbêj dikin. Amadekariyên ji bo dema hilbijartinê ji didomin.

Platforma ku heta niha gelek civînen gel lidar xistin, wê xebatên rêxistinkirina NA bidomînin.

WÊ DI NEWROZÊ DE JI BO 'NA' XEBAT WERE KIRIN

Platform wê ji niha û pêve di hemû aktivîteyên li Danîmarqayê bêne kirin de rêxistinkirina xebatên NA bike armanc, bi taybet di aktivîteyên Newrozê de xebatek giring tê plankirin. Li tevayî Danîmarkayê li derdora 18-25'ê Adarê li 10 bajaran di pîrozbahiyên Newrozê de wê standa propagandayê û girîngiyê bidin xebatên NA. Li aliyê din di 11'ê Adarê de li bajarê Odense yê civîna gel, di 26'ê Adarê de jî li paytext Kopenhangê plana lidarxistina mîtîngekê tê kirin.

BANGA QEYDKIRIN JI BO OTOBUSAN

Di çarçoveya dengdayîna referandûmê ya di navbera 24'ê Adar û 9'ê Nîsanê de, welatiyên li Danîmarka dijîn û welatiyên ku li Swêdê dijîn wê hinek ji wan li Sefaretxaneya Kopenhang jî deng bika bînin. Ji bo van dîrokan li hinek bajarên Danîmarka û Swêdê otobus têne girtin.

Koordînasyonê bang li welatiyên ku li derdora Danîmarkayê dijîn ku ji niha ve qeydên xwe ji bo otobusan çêbikin kir.