Li Danîmarkayê ji bo doza ku 10 kurd tên darizandin bang

Li Danîmarkayê ji bo doza ku 10 kurd tên darizandin bang

Li Danîmarkayê 6'emîn danişîna doza 10 kurdên ku ji bo wan heta 10 salan ceza tê xwestin roja pêncşemê tê dîtin. Navenda Çanda Kurd bagn li kurdên li Danîmarkayê dijîn û kurdên welatên din kirk ku di 3 cotmehê de li ber Dadgeha Bajar a Kopenhagê bên cem hev.

Di 18’ê îlona 2012’an de  8 kurd bi sûcdariya ku piştgiriya fînansî dane PKk’ê hatibûn binçavkirin û 7 heb 3 mehan di bin çavan de mabûn. Di rojên borî de kesekî din li Kopenhagê û yekî din jî li Almanyayê hate binçavkirin û hejmar bû 10.

Duyemîn danişîna doza ku yek jê girtî 10 kurd tên darizandin roja 3’ê cotmehê dê li Dadgeha Bajar a Kopenhang tê dîtin.

Navenda Çanda Kurd a Danîmarkayê der barê dozê de daxuyaniyek da û banga hestiyariyê li kurdan  kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku kurdên li Ewropayê dijîn rastî bêhiqûqiyan tên û got divê her kes di 3’ê cotmehê de li ber dadgehê bên cem hev û piştgiriyê bidin hevalên xwe.

Tê payîn ku dadgeh di meha Gulanê de biryara dozê aşkera bike.