Li Curnê Reşê xebatên hilbijartinê: DEM Partî serdana esnafan dike

DEM Partî li navçeya Curnê Reş (Hîlvan) a Rihayê ji bo hilbijartina xwecihî ku dê li navçeyê di 2’yê Hezîranê de bê dubarekirin, lez da xebatên xwe.

DEM Partî li navçeya Curnê Reş a Rihayê ji bo hilbijartina xwecihî ku dê li navçeyê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, bênavber xebatên xwe didomîne. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sînan Çîftyurek û Dîlan Kunt Ayan, namzetên Hevşaredariya Hîlwanê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl û bi tevî şandeyek girseyî ve li nav esnafan û xelkê xebata hilbijartinê kirin. 

Şandeya DEM Partiyê li ser Cadeya Îzollu Bozanbey serdana dikandaran kir û belavokên li ser projeyên şaredariyê belav kirin. 

Parlementer Pervîn Buldan da zanîn ku wê partiya wan di hilbijartina dubarekirî ya 2’yê Hezîranê de bê kirin, wê bi rêjeyek zêde bi ser bikeve û got ku ew bi gelên Hîlwanê bi bawerin û wê gel û partiya xwe bi rêjeyek zêde bi ser bikevin. 

Dikandaran jî diyar kirin ku ew ê xwedî li îradeya xwe derkevin û ew ê dîsa DEM Partiyê bijêrin.