Li Çiyayê Kato operasyon
Li Çiyayê Kato operasyon
Li Çiyayê Kato operasyon
Li navçeya Şirnex Elkê leşkerên ser bi Fermandariya Alayê li Çiyayê Katoyê operasyon dan destpêkirin.
Hat zanîn ku yekîneyên leşkerî yên ku derketine operasyonê li herêmê kemîn danîne. Li gorî çavkaniyên herêmî, hefteyek berê leşkerên derketine operasyonê di saetên êvarî de li herêma Katoyê Marinosê, Girka, Kanî Cemed û derdorê gundê Govbikê kemîn danîne.
Dîsa sala par pira duyemîn ji aliyê endamên HPG'ê ve hatibû hilweşandin û hat zanîn ku piştî pira hat hilweşandin, pira dîsa ji aliyê leşkeriyê ve rat restorekirin. Hat dîtin ku piştî pira hat restorekirin di bin pirê de ji aliyê karkeran ve teqemenî hat dîtin û ev teqemî ji aliyê yekîneyên cerdirmeyan ve hat îmhakirin. Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku Serbazê Fermandariya Cendirmeyan diyar kiriye ku ev bombeya di bin pirê de hatiye bi cih kirin ne karê PKK'ê ye û karê hezên tarî ye.