Li Cînderesê pevçûn didomin: 18 endamên El Qaîdeyê mirin
Li Cînderesê pevçûn didomin: 18 endamên El Qaîdeyê mirin
Li Cînderesê pevçûn didomin: 18 endamên El Qaîdeyê mirin
Komên girêdayê El Qaîdeyê ya piştgiriya Tirkiyeyê digirin, lil navçeya Cinderes a Efrînê û navçeya Atma a sînorê Tirkiyeyê ya Îdlîbê, hewl dan êrîşên girên di destê hêzên YPG’ê de ne bikin. Di pevçûnên derketine de 18 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin û cenazeyê kesan ji aliyê YPG’iyan hatin desteserkirin.
Pevçûnên li Cinderes û Atma ji 25’ê îlonê heta niha didome. Roja pêncşemê di saetên êvarê de Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê (IŞÎD) ji dora gundê Kîle Bane Ereb, li ser gundê Cînderes Tîlslor û Celemê hewldan êrîşê mewziyên li ser giran bikin.
Li gundê Kîle Bane û du girên destê YPG’ê de pevçûnên dijwar jiyan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyekê YPG’ê hatiye girtin 18 endamên IŞÎD hatine kuştin û cenazeyê du kesan ji aliyê YPG’ê ve hatine girtin. Her wiha wesayîtek aydê IŞÎD ji aliyê YPG’ê ve hat îmhakirin. Pevçûn ji vê sibê de cih bi cih didome.
JI KAMPÊN SÎNORÊ TIRKIYEYÊ KATYUŞA AVÊTIN GUNDAN
Roja pêncşemê komên El Qaîdeyê beriya êrîşan bidin destpêkirin ji Bajarê Kon yê Atmayê bi hawan û katyuşayan, gundên Derbelut û Mehmdiye ya girêdayê Cinderes hatin bombebarankirin. Nêzî 10 guleyên hawanê û avêtin gundê Mehmediye ya ku 100 malên wê hene.topeke hawanê îsabatê mizgeftê kir û sê hawanên din jî li gundê Alî Musa, Alî Huranî û Muhammed Kabas xist. Ji avêtina topan kes birîndar nebûn lê li gundan xesar çêbûn.
Her wiha di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de hat gotin ku kesên birîndar yên komên girêdayê El Qaîdeyê birine nexweşxaneyên tirk.
EMÎREKÎ EL QAÎDEYÊ MIR
Di 25’ê îlonê de roja çarşemê IŞÎD’ê li hemberî mewziyênku YPG’ê di navbera navçeya Cînderes a Efrînê û Îdlîbê de bidest xistibûn, bi topên hawanê û balafiran êrîşê pêk anî. Girên ku YPG’ê girtibûn dest yên wekê Dîva, Celemê û Derbelut li ser gundê kurdan cih digirin. Hêzên YPG’ê li ser banga gelê Atma di 21-22’ê îlonê de hêz şand herêmê û du gir bidest xist.
Di 25 û 26’ê îlonê de di pevçûnên pêk hatin ede emîrekî bi navê Abdulkerîm El Îmaratî jî heyî 50 endamên IŞÎD’ê hatin kuştin. Cenazeyê El Îmratî jî di navde YPG’ê 3 cenaze desteser kir. IŞÎD’ê li hemberî gundê Celemê êrîş pêk hat û zarokekî 10 salî Muhammed Omer Îbo jiyana xwe ji dest da. Jineke pîr ya bi navê Fîdan Omer Mehmo birîndar bibû.
GELÊ CÎNDERES LI PIYANE
Di vê navberê de seferberiya gelê Cînderes didome. Piştî êrîşan gelê serî li YPG’ê da û çek girêdan li ser piyane. Bi dehan kes ji bo li girên ku YPG’ê bidestxistine bigirin dest bidestxistin ketin nava tevgerê.