Li Çilaxa roja yekem a azad...

Li Çilaxa roja yekem a azad...

Li bajarokê Çelaxa ya Rojavayê Kurdistanê ku îro rêveberiya bajêr kete destê Kurdan de rojekî asayî derbas kir. Saziyên xizmetan deriyên xwe li welatiyan vekirin û bi awayekî normal jiyan dewam kir.

Li bajarokê Rojavayê Kurdistanê Çelaxa ya Girkê Legê roja yekê ya azad bi awayekî normal jiyan dewam kir. Bi taybet şaredariya bajêr û ocaxa tenduristiyê saziyên xizmetan deriyê xwe li pêşiya welatiyan vekirin û.

Di saetên sibê de karker çûn saziyên xwe û deriyên saziyên xwe li pêşiya welatiyan vekirin. Herwiha welatiyan ji bo azadiya bajarê xwe kêfxweşiya xwe nîşandan û dan zanîn ku bajarê wan ji bermahiyên rêjîma Bass hatiye paqiş kirin û ji bo vê spasiya xwe ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê re nîşan dan.

GELÊ BAJAR JI YPG'Ê RAZÎ YE

Pêwendarî mijarê welatiyê bi navê Mistefa Ehmed diyar kir ku ew di setên serê sibê de ji mala xwe derket û dît ku YPG'ê bajêr rizgar kiriye. Ehmed vegot ku ew matmayî ma ku bê tu ziyan bighêje kesî yan tu xwîn birje bajar hatiye rizgar kirin û spasiya xwe ji şervanên YPG'ê re nîşan da.

Welatiyê ku bi eslê xwe ereb e Mihemed Elhisên ku di saziyeke xizmetan de kardike jî hate ser karê xwe û ji şervanên YPG'ê re got ''Tişta herî xweş di dinyayê de azadî ye'' Elhisên da zanîn ku ew kêfxweş in ku YPG'ê bajarê wan azadkiriye û wiha got; ''Bajarên ku şervanên YPG'ê rizgarkirine tu ziyan negiyaye kesî û saziyên bajêr wek xwe mane. ''

Ji ber ku bûyerên dizî, revandina mirovan û talankirn li herêmê zêdebibû, beriya çend rojan şîniyên Çelaxa ji YPG'ê xwestibûn ku bajarên wan ji rêjîma Baas rizgar bikin.

Li ser daxwaza wekatiyan îro di saetên serê sibê  de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Çilaxa ji hemû bermahiyên rêjîma Bass paqijkiribû. Li Çelaxa ku 45 kilometre dûrê Qamişloyê ye, di serî de Kurd û Ereb gelek kêmnetewê dijin.