Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Ceyhanê 4 hatin binçavkirin

Li Ceyhanê 4 hatin binçavkirin



Li navçeya Ceyhan a Edeneyê di saetên serê sibê de bi ser malan de hat girtin û 4 BDP’yî hatin girtin. Ji 4 BDP’iyên hatin binçavkirin du hatin berdan û hat zanîn her du yên din hêj di binçavan de ne.

Di saetên serê sibê de li navçeya Ceyhan a Edeneyê li taxa Malên Belediyeyê polîsan bi ser hin malan de girt. Di serdegirina malan de nûnerên BDP Ceyhanê Îbrahîm Goner, endamê BDP’ê Ahmet Bahadir, Metîn Bozkurt û dayika Bozkurt ku navê wê nehat zanîn hat binçavkirin.

4 BDP’iyên bi hinceta ku di dîrokên cuda de li Ceyhanê tevli şahiyan bûne hatin binavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Ceyhanê. Piştî kar û barên fermî yên Midûriyeta Polîsan Goner û Bahadir serbest berdan û Bozkurt û dayika xwe jî hê li Midûriyeta Polîsan in. Hat zanîn ku li mala Bozkurt lêgerîn hatiye destpêkirin û hat gotin îro dê her duyan derxînin pêşberê dozgeriyê.