Li Çemçemalê îdiaya jinekê xwe şewitand
Li Çemçemalê îdiaya jinekê xwe şewitand
Li Çemçemalê îdiaya jinekê xwe şewitand
Li navçeya Çemçemalê hate îdiakirin ku jinekê xwe şewitand. Hate diyarkirin ku, jina hate îdiakirin xwe şewitandiye pirsgirêkên wê ên derûnî hebûne.
Bûyer li navçeya Çemçemal ya girêdayî Silêmaniyê 14’ê Îlonê roja Şemiyê rû da. Hate îdiakirin ku jinekî bi temenê 65 salî, bi navê B.H.S. xwe şewitand. Jina ku ji sedan 85’ê bedena wê şewitiye û li ser vê yekê jî xizmên wê ragihandin ku, pirsgirêkên wê yên derûnî hene.
Li gorî zanyariyên ku di encama lêkolînên Komiteya Pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan li Çemçemalê ragihand ku, polîsan di îfadeyên destpêkê yên ji jina şewitî girtîn, diyarkiriye ku di encama teqîna tîpê xwarinê de agir pê ketiye.
Xizmên jina bi navê B.H.S. jî ji polîsan re gotine ku, pirsgirêkên derûnî yên wê hene. Li gel vê yekê jî Komîteya Pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan aşkera kir ku, heya niha ti raporek ya ku li ser nexweşiya derûnî ya vê jinê heye bi dest ne ketiye.