Li Celewla li dijî DAIŞ'ê bombebarana bi bandor
Li Celewla li dijî DAIŞ'ê bombebarana bi bandor
Li Celewla li dijî DAIŞ'ê bombebarana bi bandor
Balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Iraqê, duh bi şev çeper û baregehên DAIŞ'ê yên li Celewlayê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de, çeteyan li gelek nuqteyên ku weke baregehê bikar dianîn, gelek kuştî û mirî li dû xwe hiştine û reviyan e.
Berdevkê hêzên pêşmergeyan ê li eniya Germeserê Emîd Ehmed Letîf da zanîn ku duh bi şev, di êrîşên Hêzên Hewayî yên Iraqê de çeteyên DAIŞ'ê windahiyên giran dane û neçar mane ku gelek navendên weke cihên stratejîk didîtin, biterikînin. Emîd Ehmed Letîf ragihand, ku li gorî tespîtên wan di bombebaranê de li binê xirbeyan cenazeyê 10 çeteyan hatine dîtin û 15 jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku ev serdegirtina surprîz a balafirên şer ên Iraqê gelekî bi bandor bûye û beşek ji alavên leşkerî yên çeteyan, di encama êrîşê de teqiyane.
Berdevkê hêzên pêşmergeyan ê li eniya Germeserê diyar kir ku moral û motîvasyona hêzên wan ên li qada şer bilind e û da zanîn ku ew dorpêçiya xwe ya li dora Sadiye û Celewlayê dewam dikin û gav gav bi pêş ve diçin.