Li Çelaxa hewldanên avakirina meclisa rêveberiya sivîl

Li Çelaxa hewldanên avakirina meclisa rêveberiya sivîl

Li Girkê Legê bi armanca avakirna meclisa rêveberiyê ya Çelaxa, komîteya têkiliyên dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerên eşîrên bajarê Çelaxa hevdîtinek pêk anîn.

Piştî ku gelê bajarokê Çelaxa yê Girkê Legê bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navenda bajar ji bermahiyên rêjîma Bass paqij kirin. YPG'ê ji pêkhateyên bajêr xwestin ku meclisa rêveberiyê ya sivîl ji hemû pêkhatiyên bajêr avabikin û komîteyên xwe yên xizmetê û ewlekariyê avabikin û bajrê xwe bi rê ve bibin.

Têkildarî mijarê duh saet 17.00 an de, komîteya têkiliyên diblomasî ya TEV-DEM'ê bi nûnerên eşîrên Cewala û Zubeydiyê ku mezntrîn eşîrên erebane li bajêrê Çelaxa, her wiha nûnerên eşîrên din re hevdîtin lidarxistin.

Ji aliyê Eşîrên ereban kurê Şêxê Cewala Mihemed Se'îd Humdî, Hisên Elmeyah muxtarê bajêr, Elî Kirêdî ji mezinên Cewala ye, birayê şêxê Zibêde endisyar Xalid Elfaris û nûnerê eşîra Benî Seb'a Mihemed Xelîl amedebûn. Ji aliyê komîteya têkiliyên Doblomasî ya TEV- DEM'ê Xidir Kamîran Şêx Mihemed, mihemed Derwîş, Yûsif Silêman, Silêman Xelef û Mehmûd Kale amedebûn.di civînê de aliyên ev xal pêşniyar kirn

1-Damezirandina meclisa gel a sivîl ji hemû pêkhateyên Çilaxa. Meclis wê nûnertiya fermî ya bajêr bike.

2-Hemwelatiyên Ereb di nava hêzên asayişa bajêr de ciyê xwe bigirin.

3- Sazkirna komîteya xizmetan ji hemû pêkhateyên bajêr.

4-Piştî pratîkkirna Meclisa Sivîl û komîteyên Ewlekarî û Xizmetan a bajarê Çelaxa, YPG'ê hêza xwe ji bajêr dikşîne û li gor hewcedariyê noqteyên kontrolê li riyên hatina bajêr datîne.                                                                                                                                                                                   Di hevdîtinê de berpirsyarên eşîrên Cewala û Zubêdan wê berpirsyariya tevgerên ne di cihê xwe de radikin ser melê xwe heta ku Meclisa Sivîl were damezirandin. Her wiha demek hate danîn ku meclisa sivîl ji hemû pêkhateyên bajêr were avakirn, heta ku meclis were avakirin wê YPG'ê rêvebiriya hemû saziyî û navendên bajêr bigrin ser xwe.