Li çar bajaran operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî îro li Hatay, Mersîn, Êlih û Dersîmê dewam kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd û mûxalîfan dewam dike. Li Hatay, Mersîn, Êlih û Dersîmê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

HATAY

Li navçeyên Skenderûn, Antakya û Dortyol ên Hatayê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de tevî Seroka SYKP a Hatayê Hulya Kavûk û endamên SYKP Mert Aslanyurek, Erdal Cîrîk û Semra Pekbay, Hansel Tekîn û Buşra Demîrtaş hatin binçavkirin.

Li Skenderûnê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ahmet Ozen, Serhat Baran, Bekîr Ocalan, Mazlûm Îrdava, Turkan Kaya, Tarik Balaban, Velî Kaykaç, Gokhan Ataç, Mazlûm Çoban hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Hatayê.

MERSÎN

Li navçeya Tarsûs a Mersînê, di çarçoveya operasyonên dijî HDP'ê de Osman Îşiksal hate binçavkirin.

ÊLIH

Di serdegirtina malan de îro danê sibehê li Êlihê Serokê Petrol-Îş Şaxê Êlihê Şeyhmûs Kaygûsûz jî dinav de 15 kes hatin binçavkirin. 15 kesên ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên girtin.

DERSÎM

Li navçeya Pertag a Dersîmê, kesê bi navê Cenk Akgonul ê roja 24'ê Kanûnê di kontrola rê de hate binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr, bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê" hate girtin. Akgonul xistin Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.