Li Bûrsayê 8 endamên HDP'ê hatin binçavkirin

Polîsên Tirk danê vê sibehê li Bûrsayê avêtin ser malên endamên HDP'ê û 8 kes biçav kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, operasyonên binçavkirinê li navend Bûrsayê, navçeyên Yildirim, Osmangazî, Gursû û Kestelê hatin kirin.

Di encamê de, rêveberê HDP'ê yê Bûrsayê Fevzî Gîrgîn, rêveberê HDP'ê yê navçeya Gursû Mubarek Babat, endamê Egîtîm-Senê Hasan Ozaydin, Fatîh Yenturk, Serdar Kocaman, Mûstafa Goçmen, Yucel Demîr û kesekî bi navê Sînan ê paşnavê xwe nehat hînbûn, hatin binçavkirin.