Li Buenos Aires'ê çalakiya piştevaniya Kobanê
Li Buenos Aires'ê çalakiya piştevaniya Kobanê
Li Buenos Aires'ê çalakiya piştevaniya Kobanê
Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê, ji bo piştgirîdayîna Kobanê çalakî hat lidarxistin. Çalakvan heta Sefaretxaneya Bilind a Tirk meşiyan. Di axaftinên piştî meşê de hat ragihandin ku divê xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin.
Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê, li ser banga Sendîkaya Navendî ya Karkerên Arjantînê (CTA) ku li gelemperiya welêt zêdeyî mîlyon endamên xwe hene, 30 tevger û saziyên civakî, Dayikên Plaza de Mayo, rêxistinbûyînên Ermenî yên li Arjantînê û Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Latîn Amerîka, bi armanca piştgirîdayîna Kobanê, çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî bi meşeke ji Kolana Cabildo ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê destpê kir. Di meşê de dowîzên bi nivîsa "Ji şervanên YPG/YPJ ên Ereb, Tirkmen, Suryanî û Kurdan diparêzin re silav", "Bijî Berxwedana Kobanê", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrxan hat hildan.
Li dû meşê meşê, heyetek ji jinan xwest, nameya li ser navê girseyê radestî sefaretxaneyê bike. Ji ber ku rayedarên sefaretxaneyê bersiveke neyînî dan, name ji rayedarên polîsên Arjantînî yên ji asayîşê berpirsyar re hat dayîn.
Di mîtînga li ber sefaretxaneya bilind de jî, ji berpirsyarên Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Latîn Amerîka M. Alî Dogan axaftinek kir. Dogan diyar kir ku piştevaniya Kurdistan û gelên herêmê gelekî watedar e û destnîşan kir ku ya li Kobanê hedef tê girtin, şoreşa konfederal a demokratîk a li Rojava ye.
Di çalakiyê de li ser navê sazî û rêxistinên cuda yên beşdar axaftin hat kirin û peyama "Em li cem PKK, KCK; PYD û têkoşîna şoreşa konfederal a demokratîk a Rojava ne" hat dayîn. Di axaftinan de banga beşdariya li çalakiyên piştevaniyê yên 1'ê Mijdarê li Arjantînê hat kirin, ku di vê rojê de wê li gelemperiya cîhanê çalakî bên lidarxistin.
Çalakiya 1'ê Mijdarê ya piştevaniya Kobanê li Arjantînê, wê li paytext Buenos Airesê li Meydana Obelisco saet di 17'an de pêk were.