Li Budapeşte DAIŞ hat şermezarkirin
Li Budapeşte DAIŞ hat şermezarkirin
Li Budapeşte DAIŞ hat şermezarkirin
Di çalakiyeke li paytexta Macarîstan a Budapeşte komkujiyên çeteyên DAIŞ ên li Şengalê hatin şermezarkirin.
Bi dehan kes beşdarî çalakiya li Qada Deaktere ya Budapeşte bûn. Di çalakiyê de pankartên, ”Kurdên Êzidî ne bi tenê ne”, ”Qatil DAIŞ ji Şengal bicehime” hatin vekirin. 3 kesan jî devê xwe girtin û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ a li dijî gelê Kurd şermezar kirin.
Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin vekirin, dovîzên bi Macarî, ”Ey mirovatî li Şengalê komkujî heye”, ”Dema mirovek dimire mirovatî dimire” û ”Ji 73. komkujiya Ezidiyan re bêje bes e” rakirin. .
Dirûşmayên, ”Bijî Berxwedana Şengal”, ””Bijî yekîtiya Kurdan” û “Silav silav, ji Îmrali re hezar silav” hatin gotin. Di daxuyaniyê de hat xwestin kes li hember komkujiya DAIŞ bêdeng nemîne.