Li Brukselê penaberên kurd di grevê de ne
Li Brukselê penaberên kurd di grevê de ne
Li Brukselê penaberên kurd di grevê de ne
Penaberên Kurd ên li Belçîkayên destûra wan a runiştê tune, ev 13 roj in li Brukselê li Dêrekê di greva birçîbûnê de ne. Serokê Federasyona Komeleya Kurd a Belçîkayê (FEK-BEL) Salîh Uçar çû serdena penaberan.
Penaberên kurd yên li Belçîkayê ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ne û daxwaz dikin ku rayedarên Belçîkayê bersivê bidin daxwaza wan a runiştinê. Penaberan da zanîn ku ew ji FEK-BEL’ê piştgiriyê dixwazin û diyar kirin ku wan bi 9 kesî dest bi grevê kirin niha hejmara wan bûye 15 e.
Penaberan da zanÎn ku ev 6 sale ji bo daxwaza destûra runiştinê destûr negirtine û wiha got: “Daîreya biyaniyan a Belçîkayê dixwaze em welat terk bikin. Me jî dest bi grevê kir û em dixwazin ji vê biryara xwe paşde gavê bavêjin. Heta îro bersivek nedan me. Heta em berisiveke erênî negirin çalakiya me dê bidome. Ger hewce dê çalakiya me biguhere rojiya mirinê.
Salîh Uçar jî ku çû serdana wan diyar kir ku ew wek Federasyonê ligel penaberên kurdin û got dê bi wezîreta karê hundir ya Belçîkayê re hevdîtinan bikin. Her wiha Uçar got ku divê kontrola wan a tenduristiyê baş bê kirin.