Li Brukselê nîjadperestan êrîş kir li ser çalekiya nobetê

Li Brukselê nîjadperestan êrîş kir li ser çalekiya nobetê

Ji bo sê jinên Kurd,Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Cotmehê de hatîn qetilkirin her hefte li ber avahiya balyozxaneya Fransayê ya li Brukselê çalekî tên lidarxist, piştî çalekiyê komek  faşistên Tirk êrîş kir li ser.

Çalekiya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê ve  hatî organize kirin, saet di 16:00’an de li ber avahiya balyozxaneya li navnîşa Rue Ducale 65 1000 Bruxelleseyê destpê kir. Di meşê de wêneyên her sê jinên Kurd û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

MEŞ SÊ ÇARAN RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT

Dema ku demek kêm ma rê ya çalekî bidawî bibe, li ber avahiya Balyozxaneya Fransayê komek faşîst heqaret li çalekgiran kirin û di navbera wan û çalekgeran de nîqaşan destpêkir. Dema çalekgerên nobetê jî bersiv dan di navbera wan de gengeşeyê destpê kir. Ji her du aliyan jî birîndar çêbûn. Di dema gengeşeyê de madeye teqemeniyê bi pê jinekê ket.

Piştî gengeşeyê bi mudaxaleya Polîsan re girseya ku çalekiya nobetê pêk di anîn xistin di çemberê de û poster û wêneyên çalegeran vekirîn hatin qetandin. Piştî bûyerê Kurdên li Brukselê herîkîn li ber avahiya balyozxanê. çalekî  bê bûyer bi dawî bû.