Li Brûkselê Kurdên ku ji bo biçin deng bikar bînin, AKP’yiyan bi kêran êrîş kirin

AKP’iyan êrîşî Kurdên ku li paytexta Belçîka Brûkselê ji bo biçin deng bikar bînin, kirin. Di encama êrîşên de 3 Kurd ji cihên cuda yên laşê xwe birîndar bûn.

AKP’iyan bi kêran êrîşî Kurdên ku ji bo li Sefaretxaneya Tirk a Brûkselê dengê xwe bikar bînin, kirin.

Di êrîşê de Kurdên bi navê Sûltan Ûgraş, Mehemt Yaşar û Hasan ê ku paşnavê wî nehate zanîn birîndar bûne. Hat diyarkirin ku Sûltan Ûgraş ji stûyê xwe birîndar bûye û rewşa wê giran e.

Piştî bûyerê êrîşkar ketin nava Sefaretxaneya Tirkiyeyê. Aloziya ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneyê derketî hê jî didome.