Li Brîtanyayê di lêpirsîna îstismara zayendî de 86 kes hatin binçavkirin
Li Brîtanyayê di lêpirsîna îstismara zayendî de 86 kes hatin binçavkirin
Li Brîtanyayê di lêpirsîna îstismara zayendî de 86 kes hatin binçavkirin
Di salên 1963 û 1992’an de kesên ku li sitargehên zarokan ên Welatê Gallera Brîtanyayê îstîsmara zayendî kiribûn bi operasyonek berfireh hatin binçavkirin.
Mexdurên vê skandala ku demên borî de pêk hat, dan zanîn ku di nava vê bûyerê de ji siyasetmedaran bigire heta karmend û polîs jî tê de hene.
Kesên ku hatin binçavkirin dinava wan de 9 jin jî hene. Rayedarên polîsan dan zanîn ku, di wê demê de 66 jin û zilamên ku di wê demê de li sitargeha zarokan dixebitiyan serlêdana gilî kirine û ew jî li ser vê giliyê operasyonê pêk anîne.
Bi têkoşîna jina bi navê Alîson Taylor ku li sitargehê dixebitî ev bûyer derket holê. Di sala 1986’an de dema di sitargeha zarokan de dixebitiya ev bûyer ji zarokan bihîs û ji cihê eleqeder re gilî kir, lê tu kes li ser vê bûyerê rawestiya. Piştî ku Taylor gilî kiribû ji kar hat avêtin. Ji ber vê Taylor têkoşînek hiqûqî meşand û herî dawî jî bi ser ket.
Di sala 1990’an de lêpirsîna ku hatibûn vekirin dîsa jî ev skandal bi her awayî derneketibû holê. Lê di sala 2012’an de piştî ku derbarê pêşkeşvanê BBC’ê Jimmy Savîle skandala peofîlî derket holê, dîsa lêpirsîna skandala Galler destpê kir û kesên ku di wê demê de ev skandalan pêk anîbûn hatin binçavkirin.