Li Brezîlyayê gel li dijî teybetkirina jêderên petrolê rabû ser piyan
Li Brezîlyayê gel li dijî teybetkirina jêderên petrolê rabû ser piyan
Li Brezîlyayê gel li dijî teybetkirina jêderên petrolê rabû ser piyan
Li Brezilyayê ligel serhildan û grevên mezin yên gel îhaleya taybetkirina çavkaniyên petrola welat duh temam bû.
Rezervên petrolê yên dewlemend yên ku li paytextê welat Rio de Janeiro ne ku ji sedî 40 di kontrola dewletê de li şîrketa Petrobras dimîne ji sedî 60 jî ji şîrketên Total, Shell û China National Petroleum Corp hat şandin.
Li aliyê din karkerên ku bi rojane di grevê de ne, gel jî tevlî bû. Gelê ku li dijî teybet kirina jêderan û şandina ji şîrketên biyanî re, li dora otêla ku îhalê çêkirî bi hêzên parastinê re pevçûn.
Karkerên pertolê yên Bara da Tijuca ya ku nêzî Rio de Janerio di navbera wan û polîsan de pevçûn derket. Tê gotin ku birîndar hene. Xwepêşanderan rêya ku rayedarên Wezareta Enerjiyê û Madeyê ya diçe hotêlê girtin û maşînek şewitan din. Hikûmetê artêş xiste nava liv û tevgerê û li gelek cihan leşker bi cih kirin.
40.000 karkerên ku tevlî bûne 42 platformên petrolê û ji dehan zêdetir xebatên tesîsan hatine rawestandin, greva hilberîna petrolê a welat û îhracata wê ku xistiye xala rawestandinê de berdewam dike.