Li Bonn, Frankfûrt û Freîbûrgê şehîd hatin bibîranîn

Li Elmanyayê li bajarên Bonn, Frankfûrt û Frîbûrgê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

BONN

Li Elmanyayê li Bonnê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Endamê Meclîsa Bonnê yê PYD’ê Celal Efrîn got ku, “Şehîdên me destkeftiyên gelê Kurd afiandine û ev têkoşîn li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Em jî dikarin xebatên wan bidin domandin û hedefên wan bi cih bînin. Bi vî awayî em dikarin bibêjin ku şehîd namirin.”

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê jî şehîdên meha Cotmehê û gerîlayê HPG’ê Ahmet Can (Alîşêr Firat) hatin bibîranîn. Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê hate kirin.

Kurdistaniyên li Frankfûrt, Offenbach, Hanaû, Darmîstad û Bensaîmê dijîn, nêzî 200 kes beşdarî bibîranînê bûn.

Hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman di bibîranînê de axivî û got, “Dema qala şehîdên meha Cotmehê tê kirin, Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Arîn Mîrkan, Gûrbetellî û gelek hevalên me tên bîra me.”

Kahraman bal kişand ser tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Heya ku em agahiyan ji Ocalan bigirin divê em çalakiyên xwe bidomînin.”

Xwişka gerîllayê bi navê Ahmet Can, Nezîre Ozgur jî got ku, “Divê em xwedî li nirxên şehîdan derkevin.”

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Di aktîvîteya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Nûda û Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hatî organîzekirin de, di şexsê endamê Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) Alî Çîçek ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî şehîd bibû û endamê Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) hemû şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û nêzî 200 kesên ku zêdetir jin bû, beşdar bûn.

Piştî axaftina destpêkê 3 sînevîzyonên cuda yên li ser jiyana Alî Çîçek, Mehmet Aksoy û şehîdên Cotmehê hate nîşandan.

Piştî nîşandana sînevîzyonê nûnerên  Meclîsa Jinan a Nûda, Navenda Civaka Demokratîk  a Kurd ya Freîbûrg û Mizgefta Selahaddin-î Eyyûbî ya Freîbûrgê axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan merasîma bibîranînê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.