Li Bolûyê serdegirtinan malan: 2 kes hatin înfazkirin, ji ciwanekî agahî nayê girtin

Li Bolûyê di serdegirtina malan de tîmên taybet 2 kes înfaz kirin. Ji 2 xwendekarên Kurd ên hatin binçavkirin jî agahî nayên girtin.

Li navenda Bolûyê duh bi şev bi ser malekê de girtin û di serdegirtinê de 2 kes hatin înfazkirin. Medyaya alîgir îdîa kir ku kesên hatine înfazkirin endamên PKK'ê ne û ev jî “operasyona PKK’ê” ye. Li gor agahiyên bi dest ketî di saetên şevê de tîmên taybet ên ji Enqereyê hatin bi ser maleke li Kuçeya Berberleran a li Taxa Paşakoyê de girtin. Di dema serdegirtinê de polîsan bi çekan êrîşî 2 kesên li malê kirin û her du kes qetil kirin.

NAYÊ ZANÎN KU BÊ KA HER DU XWENDEKARIN HATINE BINÇAVKIRIN BIRINE KÛ DERÊ

Li bajêr duh êvarî di serdegirtinên malan de 2 xwendekarên zanîngehê jî hatin binçavkiriin. Xwendekarên Zanîngeha Îzzet Baysal gotin têkîldarî hevalên xwe yên hatine binçavkirin ti agahî bi dest nexistine û ji jiyana wan bi fikar in.