Li Bolîvyayê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê

Li Bolîvyayê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê

Li Bolîvyayê 1’ê Gulanê bi girseyî hat pîrozkirin. Hikûmeta Bolîvyayê di 1’ê Gulana 2006’an de petrol kiribû netewî.  Îsal 7’emîn netewkirina dewlemendiyê herêmî di heman demê de hat pîrozkirin. Di bernameyê de bo Azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.

Serokê dewleta Bolîvyayê Evo Morales got DYA’yê bi salan li ser Bolîvya û Amerîkaya Latîn zext kir û got: “Her wezîr û sefîr ji a liyê DYA’yê ve dihat diyarkirin. Lê di encam têkoşîna tevgera gundî û karkerên Bolîvyayê de, Bolîvya ji bin bandora DYA’yê derket û dewlemendiyên xwe bi awayekî adîlane parve kirin û gihiştin sîstemeke konfederal.”

 Di pîrozbahiyê de nûnerên karkerên madenê ya Bolîvyayê, Navenda Konfederasyona Karkerên Bolîvyayê, Konfederasyona Karkerên Çandiniyê axaftinek  kirin. Di axaftinan de balkişand ser şoreşga demokratîk ya çîna karkeran.

Şahiya 1’ê Gulanê piştî nîvro di demjimêr 14.00’an de li bajarên La Paz û El Alto berdeam kir. Gundî, karker û kedkar tevli pîrozbahiyê bûn.

JI BO OCALAN ÎMZE

Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Bolîvyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kir.