Li Bodrûmê navendeke veguherînê û kargeheke xalîçeyan hatin şewitandin

Mîlîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê ragihandin ku wan li li bajarokekî betlanê yê Bodrûmê navendeke veguherînê û kargeke xalîçeyan yên aîdî faşîstekî dane ber agir.

Mîlîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê ragihandin ku wan di 6’ê Tîrmehê saet 15.00’an de li li bajarokê Derekoy ê betlanê ê Bodrûmê bi teknîka sabotajê navendeke veguherînê û kargeke xalîçeyan yên aîdî faşîstekî dane ber agir.

Mîlîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de got: ‘’ Di çalakiya ku ji bo bîranîna Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatî lidarxistin de her du hedef hatine îmhakirin û zirarên madî yên mezin hatin tespîtkirin.’’

Mîlîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê her wiha di daxuyaniya xwe de ev yek jî anîn ziman: ‘’Ruhê têkoşîna dîrokî ya 14’ê Tîrmehê ku xeta berxwedanê ya li dijî teslîmîyetê mezintir kir, hêz û îlhamê dide gelê me yê ku hemû rojên xwe bi serhildanan derbas dike, têkoşîna gerîlayên ku li her derê Kurdistanê li dijî dagirkerî û qirkirinê bi awayekî fedaîyane şer dikin û gerîlayên li çiya û bajaran û artêşa milîsên me. 

Heya ku tecrîd û êşkence dewam bike, em ê jî ji dagirkeran re bibin silavên ‘Kemalê Laz’ û hemû gavan û li her derê ji dijminên gel hesabê bipirsin.’’