Li Bodenseeyê şeva piştgiriya bi Rojava re
Li Bodenseeyê şeva piştgiriya bi Rojava re
Li Bodenseeyê şeva piştgiriya bi Rojava re
Li herêma Bodensee ya Almanyayê şeva piştgiriya bi Rojava re hate organîze kirin. Şeva ku Komeleya Çanda Kurdan ya li Bodenseeyê organîze kir, zêdetirî 600 kesan tevlîbûn.
Di şeva ku berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li hember êrîşanû şoreşa li Rojava hate silav kirin de, di axaftinên ku hatin kirin de bang li Kurdistaniyên li parçeyên din û dervey welat hate kirin ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û bi aborî-manewî piştgiriyê bidin gelê Rojava.
Di beşa çandê ya şeva piştevaniyê de hunermend Alî Matûr bikurdî stran gotin, her wiha girseyê bi stranên hunermend Kawa Urmiye govend girêdan.
Koma çandê ya komeleyê jî bi stranên xwe girse coşand, her wiha koma folklorê jî bilîstinên herêma Mereşê reng da şevê.
Şeva piştevaniyê bi girêdana govendê û avêtina slogana bidawî bû.