Li Bodenseeyê şeva bicoş

Li Bodenseeyê şeva bicoş

Li bajarê Bodensee yê Almanyayê di şahiyek ya şevê de nêzî 600 kes tevlîbûn.

Di axaftinên ku hatine kirin de, hate gotin ku “Di pêvajoya ku li Tirkiyeyê di navbera Kurd û dewletê de muzakere çêdibin, pêvajoya çareseriyê ya rizgariya demokratîk dikeve meriyetê, bi vê şevê hîn zêdetir bi wate dibe.”

Di şahiya şevê de siyasetmedarê Kurd Muzaffer Ayata axaftinek kir û pêvajo analîz kir. Ayata da diyarkirin ku, di dîroka Kurdan de cara yekem bi pêşniyarên piştgiriya milyonan mirovan, li gel dewletê dîrokê dinivîse û got: “ Êdî çi tişt wek berê namîne.”

Alî Matur jî bi stranên xwe reng da şevê. Di şeva ku Kawa Urmiye jî derket ser dikê, li ser strana govend hate girêdan. Weke din jî Garîp Nurhak û Zeynep Enhas jî derketin ser dikê. Ekîba folklorê ya Komeleya Kurdan ya li Bodenseeyê bi dîlanên herêma Mereşê derketisn ser dikê.