Li Bexdayê êrîş: 26 mirî, 39 birîndar

Li Bexdayê êrîş: 26 mirî, 39 birîndar

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama êrîşeke xwekujî ya li dijî kafeyekê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa El Amîl a başûrê Bexdayê, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, duh êvarê êrîşeke xwekujî rû da.

Çavkaniyên Nexweşxane û Ewlekariyê dan xuyakirin ku di êrîşê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dane, 39 kes jî birîndar bûne.

Di 8 êrîşên xwekujî yên duh li gelemperiya Iraqê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hêjayî gotinê ye, bûyerên dijwariyê yên îsal ên li Iraqê, herî zêde li qadên girseyî yên mîna kafe, restorant, mizgeft, qadên futbolê û bazaran rû didin.

Beriya du rojan di encama êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî ya li rojhilatê paytext Bexdayê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP'ê, ku xwe dispêre agahiyên rayedarên polîsan û xizmeta rizgarkirinê, ji destpêka meha Cotmehê û vir ve 470 kesan û ji destpêka salê û vir ve jî zêdeyî 5200 kesan li gelemperiya Iraqê di encama bûyerên dijwariyê de jiyana xwe ji dest dane.