Li Bexda ji bo azadiya Ocalan imze hatin komkirin

Li Bexda ji bo azadiya Ocalan imze hatin komkirin

Li Bexda kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatî destpêkirin bi hemû leza xwe didome.

Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li paytextê Iraqê Bexdayê jî destpê kiribû didome. Gel eleqeyek baş nîşanî kampanyaya îmzeyan dide û bi vê sekna xwe dixwazin demek ji ya din zûtir Ocalan û girtiyên siyasî ji zindanan azad bibin. Li Sûka Mutenebî ku mezintirîn sûka pirtûkane dikeve rojhilatê Bexda roja înê û şemiyê standek hate danîn û bi sedan rewşenbîr, nivîskar, akademisyen û helbestvanan serdana standê kir, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî imze avêtin.