Li Bernê û Aarauyê bernameyên bibîranînê

Li Bern û Aarauyê ya Swîsreyê bi civînan şervanên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûbûn hatin bibîranîn û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Di civîna bibîranînê de ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê bi sedan kes hazir bû. Di civînê de gerîlayên ku meha Îlonê şehîd bûn û Umît Acar ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedana xwe dabû ber êgir, hate bibîranîn.

Bibîranîn di şexsê Nupelda Siîrt (Guler Ozbey) û Azad Zagros (Azad Satilmiş) de ku li Şirnexê şehîd bûbûn, ji bo Axîn Seydo (Menfiyet Elçîçek) ku 15'ê Îlonê li Şirnexê, fermandara gerîla Medya Mawa (Emîne Kaya) ku 30'ê Îlonê li Bagokê di şer de şehî bûbû û Akîf Brûsk (Mahmut Ozdemîr) û Umît Acar hate kirin.

Piştî axaftina destpêkê ya li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bernê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Xizmên gerîlayan axivîn, gotin divê li bîranîna wan şoreşgeran xwedî derkevin ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne û têkoşîn divê were geşkirin. Bername bi dirûşma 'bijî Serok Apo' bi dawî bû.
Li bajarê Aarauyê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi pêşengiya Meclîsa  Jinan Rojbîn 'şehîdên meha Cotmehê' hatin bibîranîn. Di civînê de mîrateya ku şehîdan li pey xwe hiştî hate destnîşankirin. Di axaftinan de hate gotin, ''Divê mirov li qewîtiya şehîdan xwedî derkeve û têkoşînê geştir bike''.