Li Bernê çalakiya edeletê
Li Bernê çalakiya edeletê
Li Bernê çalakiya edeletê
Jinên kurd yên li bajarê Bern a Swîsreyê hatin cem hev, ji bo 3 siyasetmedarên jin yên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin edelet xwestin.
Di çalakiya ji aliyê Meclisa Jinan a Mizgîn ya Bernê li ber seferatxaneya Fransayê pêk hat, de posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan. Her wiha pankarta ‘Em edeletê dixwazin’ û ‘Kujeran aşkera bike’ hatin hildan û belavok hatin belavkirin. Bê navber dirûşem hatin berzkirin.
Jinan da zanîn ku Fransa hêzên tarî yên pişt komkujiyê aşkera nake û got bi vê helwesta xwe dibe hevkarê sûc û got bêdengî hevkariya sûce.