Li Berlînê YSK ya ku destek dayî dek û dolabê hate şermezarkirin

YSK ya ku destek dayî referandûma bi dek û dolab li Berlînê hate şermezarkirin.

Bi banga HDK Berlînê û Tevgera Hazîranê li Potzdamer Platê mîtîngê dest pê kir. Awegkon, Berlîn Nav-Dem û Meclîsa Jinan Destdan jî destek dan.

Di pankart û axaftinên mîtîngê de hate gotin biryara YSK’ê nîşan daye ku li Tirkiyê ti saziyeke dadmend û bêalî nemaye û ispata wê ye ku radestî dîktatoriya Erdogan bûne.

Di mîtîngê de hate gotin: ‘’Em ti caran vê encamê qebûl nakin, bi rêyên demokratîk û di nav çarçoweya hiqûqa gerdûnî de heta ku em faşîzma AKP’ê û dîktatoriya Erdogan hilweşînin em ê têbikoşin.’’