Li Berlînê UNA-Kurd hate avakirin
Li Berlînê UNA-Kurd hate avakirin
Li Berlînê UNA-Kurd hate avakirin
Li paytextê Almanyayê Berlînê Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî (UNA-Kurd e.V.) bi civînekî çapameniyê hate avakirin. Civîn li salona konferensa çapemeniyê ya federal pêk hat û serokê yekemîn Giyasettin Sayan ile serokê duyemîn a Christian H. Zimmermann armancên UNA-Kurd ji raya giştî re eşkere kirin.
Di civînê de hat gotin ku wê UNA-Kurd wekî rêxistineka serbixwe ya nehikûmetî (NGO) wê bibe qasidê berjewendîyên kurdan. Ew divê wekî civakên din ji bo Neteweyên Yekbûyî bi rola platformeka xizmetê bi kêra kurdan were ku agahîyan ji Neteweyên Yekbûyî û li ser wê bigirin, dîyalogê di navbera NY û kurdan de pêk bîne û bibe alîkar da ku kurd beşdar bibin li tevahîya dezgeh, sazîyên taybet, şax û çalakîyên Neteweyên Yekbûyî û helwêstên xwe, dengê xwe bigihînin wan.
Herwiha hate dest nîşan kirin ku UNA-Kurd dê li seranserê dinyayê berîya hertiştî xizmeta civaka sivîl ya kurdan bike, hem li cihûwarên wan yên rêûresmî û hem jî li dîyasporayê. Di civînê de ev banga avakirinê ya UNA-KURD'ê hate kirin:
"UNA-Kurd e.V. hewl dide ji vir rahêje meselê û bawer dike ku ji bo mijar û nêrînên kurdî li Neteweyên Yekbûyî cihek heye, ji bo pêkanîna aştîyê Neteweyên Yekbûyî jî nikarin feraxet bikin ji hevkarîya çalak ya kurdan û UNA Kurd e.V. herweha pê bawer e ku di nava Neteweyên Yekbûyî de jî daxwaza ji bo hevkarîyeka piralî, çalak û berfireh heye.
Şerê dirêj yê ji bo dewleteka xwe, kir ku gelek merivên kurd bi rêya rêxistinên civaka sivîl (yekîtî û rêxistinên nehikûmetî) ji bo NYyê, armancên wê û di nava wê de bi awayekî çalak nexebitin. Berjewendî û sîyaseta desthilatdarîyê ya wan dewletên ku kurd lê hene –di nava Neteweyên Yekbûyî bi xwe de jî - jî heta niha pêşî lê girtin ku kurd mafên xwe yê dîyarkirina çarenûsa xwe bi xwe û nexasim jî mafên xwe yên çandî, civakî û yên din bi kar bînin û bi xwe doza wan bikin.
UNA-Kurd e.V. wê vê bide destpêkirin û teşwîq bike û vê jî bike ji bo pirengîyeka danasînên xwe bi xwe yên kurdan û bi têgihiştineka çalak û piralî ya beşdarbûnê. UNA-Kurd e.V. wê ji bo herkesî wekî platformeka serbixwe bi kêr were; ji bo rêya diçe NYyê , ji bo gihiştina hêsankirî ya NYyê û agahdarî û qonaxên wê. Damezrênerên UNA-Kurd e.V.yê ji vê yekê piştrast in: ne ku bi tenê NY dikare gelek tiştan bide kurdan, belê tevlîbûna kurdan jî wê NYyê dewlemend bike û para wê hebe di aştîyê de. UNA-Kurd e.V. wê bi van xebatên li jêr xizmeta endamên xwe û jê wêde jî ya xelkê sivîl yê kurd bike:
1. Heta mimkin e gelek û heta mimkin e di demeka kurt de agahîyên li ser derfetên beşdarbûna Neteweyên Yekbûyî, li ser karê Neteweyên Yekbûyî, li ser qewl û pêvajoyên wê, li ser malpera xwe, di çalakîyan de û bi rêya weşanan li sûdjêwergirtinê veke.
2. Wan agahî û wê zanînê bi dest bixe ka çawa û li cem kîjan dezgehan beşdarbûn pêkan e û wê vê jî bi şêwirmendîya pisporên li nava û ji derveyî Neteweyên Yekbûyî bike û bi kurdî pêşkêşî xelk û civakên kurd bike, da ku bi vî awayî gihiştina NYyê, ya mafan û ya pêvajoyên hevbiryardayînê li wan veke.
3. Perwerdeyê pêşkêş bikin, zanîn, têkilî û teknîk, belê herweha selahîyeta ji bo vê jî bigihînin
4. Bi çandeka zindî û vekirî ya nîqaşê şopandin û gengeşekirina çalakîyên cihêreng ên NYyê
5. Bi mêvanên ji NYyê û aktorên din yên ji Almanya, YEyê û herêmên din re nexasim jî pirsa angajmanên kurd ji bo aştîyê û mafên merivan nîqaş bikin, rêbaz û çareserîyan mizakere bikin û agahîyên li ser vê û li ser tevahîya rêveçûnan li her kesî bi awayekî serbest û bi zimanê kurdî veke
6. Bi rêya perwerdeyeka zû ya der barê mafên merivan de û bi teşwîqkirina beşdarîya wan ji bo her kesî nexasim jî ji bo nifşên ciwan yên kurdan yên li vir dimînin bandorkerîyeka di nava NYyê de mimkin bikin."