Li Berlînê şehîdên Efrînê hatin bibîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê şervana YPJ’ê Cemîla Ûçar (Sila Hejar) û şervanê YPG’ê Davût Ozsûlar (Navdar Serhat) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li paytexta Elmanya Berlînê şervana YPJ’ê Cemîla Ûçar (Sila Hejar) û şervanê YPG’ê Davût Ozsûlar (Navdar Serhat) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîma bibîranînê ji aliyê Meclîsa Jinan a DEST-DAN ve li NCDK a Berlînê hate li darxistin.
Dayik, bav û xwişka şervana YPJ’ê Sila Hejar, 350 kesên ku ji welatên cuda yên Ewropa hatin beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil axivî û got; “Şehîd stêrik in ku rê nîşanî me didin.”
Piştre dayika şehîd Sila Hejar, Asiye Ûçar axivî û wiha got; “Ez bi keça xwe serbilind im. Serê gelê Kurd sax be. Şehîd şehîdê me hemuyan e û şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ne şehîdê yekem û ne şehîdê dawî ye.”
Bav Şahîn Ûçar jî wiha got; “Ez we hemûyan bi rêzdarî û heskirinê silav dikim, hûn bixêr hatin. Sila keça min û di heman demê de hevrêya min bû. Li nav refan min serdana wê kir û ji bo min rûmetek bû. Ez gelek kêfxweş û serbilind im. Em ê ti caran rêya şehîdên xwe bernedin. Rêya şerefê ye.”
Aktivîsta TJK-E Nûpel Mûnzûr jî got wê şopdarên rêya şehîdan bin û ji bo ku xewn û armancên şehîdan em pêk bînin divê em têkoşînê geştir bikin.
Merasîma bibîranînê îro jî wê bidome.