Li Berlîn û Stûttgartê çalakiyên ji bo 'Azadiya Ocalan'

Tevgerên Ciwanên Kurd TCŞ û TÊKO-JIN'ê li bajarên Berlîn û Stûttgartê yên Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşma "Bes e ji faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re; bi hev re serhildan" roja Çarşemê saet di 18:00 de li Gesûndbrûnnenê çalakî kirin.

Di çalakiyê de piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi navê rêxistinên ciwanan daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de ciwanan ragihandin ku dema ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan hatiye û di heman demê de nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.

Ciwanan di meşê de pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", "Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, bi hev re serhildan" hildan.

Gelek ciwanên enternasyonalîst û komên antîfaşîst jî tevlî çalakiyê bûn.

Meş piştî nîv saetê li Franz-Neûman Platzê bi dawî bû.

STÛTTGART

Êriş û provokasyonên PDK'ê li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî hatin şermezarkirin.

Ciwanên ku li Lûdwîgsbûrgê li hev kom bûn, bi pankartên xwe hevkariya PDK û dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin.