Li ber Serokwezîrtiya Îtalyayê êrîşa çekdarî
Li ber Serokwezîrtiya Îtalyayê êrîşa çekdarî
Li ber Serokwezîrtiya Îtalyayê êrîşa çekdarî
Li Îtalyayê dema ku hikumeta nû ya di bin serokatiya Enrico Letta de li Qesra Serok Komariyê sond dixwar, li ber serokwezîrtiyê êrîşa çekdarî pêkhat.
Kesê ku li ber Qesra Serokwezîrtiya Chigi ya Îtalyayê gule reşandin, du cendirme birîndar kir.
Di demjimêrên nîvro de kesekê çekdar li Qesra Chigi ya Serokwezîrtiyê ku li qada Colonna ya paytexta Îtalya Romayê ye, gule reşand.
Du cendirmeyên ku bersiv dan êrîşê birîndar bûn. Hate diyarkirin ku, xeteriya jiyana cendirmeyan tune ye.
Hate ragihandin ku, êrîşkarê ku hate îdiakirin kêm endame (di mejiyê xwe de) ew jî birîndar bûye.
Balkêş bû ku, êrîş di dema Serokwezîr Enrico Letta û kabîneya wî li Qesra Serok Komartiyê Quirinaleyê sond dixwar pêkhat.