Li ber mala Erdogan pevçûna bi çekan
Li ber mala Erdogan pevçûna bi çekan
Li ber mala Erdogan pevçûna bi çekan
Danê sibehê pevçûna bi çekan a di navbera du kesan li ber mala Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Uskudar Kisikli bû sedema panîkê.
Di kamyoneteke ku ber bi Cadeya Uskudar Kisikli ve diçû di navbera du kesan de pevçûn derket. Ji wan du kesan kesekî çeka xwe derxist û bi gule berdan.
Di vê navberê de ji ber Erdogan li malê bû parêzvanên Serokkomariyê û ekîbên Amîrtiya Xizmetên Astengkirinê ketin nav tevgerê û her du kes binçav kirin..
Her du kesên hatin binçavkirin şandin navenda polîsan, kamyoneta li ser rê jî piştî kontrolê kişandin otoparkê.
Lêpirsîna polîsan a der barê bûyerê de didome.