Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo grêva birçîbûnê çalakî

Ji bo balê bikişînin ser grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Imraliyê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Endam û rêveberên HDP, HDK, MATUHAY-DER û DBP'ê ji bo xwedîderketina li girtiyên zindana ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e 40 roj in di grêva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum dema daxuyaniya çapemeniyê axivî û got, ''Li vî welatî tecrîda ku li vî welatî li Girtîgeha Imraliyê dest pê kirî li hemû welêt berbelav bûye. Girtîgeh bûne êşkencexane. Li dijî miemeleya nebaş, cezayên disîplînê û sirgûnê ku weke pergala cezayê tê xebitandin em ji bo ku gotina xwe bibêjin, li vir in.''

Gulum got divê ew ji girtîgehên grêva birçîbûnê re bibin deng, diyar kir girtîgeh bi hêla koronayê re bi hêviya mirinê ve hatine hiştin û di vê pêvajoyê de cenazeyê gelek girtiyan ji girtîgehan derketin. Gulum diyar kir girtîgeh bûne 'malên komkujiyê', desthilat ji aliyekî ve tecrîdê giran kiriye, ji aliyê dî ve li girtîgehan bi zêdekirina miemeleya nebaş dixwaze civakê çavtirsandî bike, dad kiriye amûra desthilatê.

Gulum her wiha got, ''Ti garantiyek nîne, dibe ku sibe her kes bikeve girtîgehê'' û ji bo grêvên birçîbûnê yên li girtîgehan banga bihistiyarbûnê kir, ji bo rakirina tecrîda li Imraliyê xwest ku desthilatdarî zûka gavan bavêje.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên ,''Girtiyên siyasî rûmeta me ne'', ''Bijî berxwedana zindana'' bi dawî bû.