Li Bedlîs, Hatay û Mersîn serdagirtinên malan

Li Bedlîs, Hatay û Mersîn serdagirtinên malan

Li Norşîna Bedlîsê, Mersîn û Dortyola Hatayê di encama serdegirtinên malan de gelek welatî hatin binçavkirin.

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê serê sibehê polîsan bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de S.A. (15), Muslum Aysoy (18), Taner Aysoy (18) û ciwaneke ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin. Hate zanîn ku di serdegirtinan de derî û camên malan hatine şikandin û ciwanên hatin binçavkirin hatine derbkirin. Welatiya bi navê Ferciya Aysoy diyar kir ku polîsên ku kurê wî Taner Aysoy binçav kirine derî û camên malan şikandine û wisa ketine malê û ev tişt anî ziman: “Me got em musaît nîn in û ji vê destûr xwest. Lê ew wekî DAIŞ’ê êrîşî malê kirin û derî û camên mala me şikandin, kurê min derb kirin û binçavkirin. Kurê min ê 5 salî ji ber ku tirsiya niha nikare biaxive.”

Bavê S.A. Îlham Aysoy jî anî ziman ku divê bi keya re lêgerîn bihate kirin lê keya li derve hiştin heqaret li kesên li malê bûn kirin û wisa lêgerîn pêk anîn.

Polîsan li Taxa Şenevlerê jî bi ser mala welatiyê bi navê Bedrettîn Damar de girtin û lê tevî li malê kes tunebû jî polîsan derî şikandine û ketine hundir. Hevserok Damar Çîgdem Damar wiha got: “Kîjan wijdan vê yekê qebûl dike. Êvarê cenezeyê me hebû em çûbûn wir. Nexweşeke me ye astengdar heye. Bi vî rengî hovane ketine mala min û lêgerîn kirine. Ma edalat ev e?” Yên hatin binçavkirin birine midûriyeta polîsan.

LI MÊRSÎN Û HATAYÊ BINÇAVKIRIN HENE

Li Taxa Mezbahaneya Dortyola Hatayê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdagirtinê de Ridvan Orak, Kadîr Sert, Badullah Bayik, Vahît Tuna û Azad Atici hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan. Li taxên Yenîpazar, Guneş û Şevketsumer ên navçeya Akdenîza Mêrsînê jî di seatên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtina malan de gelek welatî hatin binçavkirin.

LI ÊLIHÊ DEMA BINÇAVKIRINÊ HATE DIRÊJKIRIN

Li aliyê din li Êlihê kesên hatibûn binçavkirin dema wan a binçavkirinê hate dirêjkirin. Rêxistinên DBP û HDP’ê ya Êlihê der barê 13 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin li ber Edliyeya Êlihê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Hat diyarkirin ku ji bo 13 kesan dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Hevserokê DBP’a Êlihê Serdat Atalay li ber edliyeyê daxuyanî da û diyar kirin ku her çiqas di nûçeyên tên serwîskirin de tê gotin ku ev binçavkirin ji ber çalakiyên protestoya bo Kobanê hatiye kirin, hatine binçavkirin jî ev rastiyê nîşan nade.