Li Bayonneyê meşa ‘Bila komkujiya Parîsê bê ronî kirin’
Li Bayonneyê meşa ‘Bila komkujiya Parîsê bê ronî kirin’
Li Bayonneyê meşa ‘Bila komkujiya Parîsê bê ronî kirin’
Li herêma Baskan Bayonne ya Fransayê ji bo ronîkirina komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Parîsê meşek hate li darxistin.
Li rexmê ku 45 roj li ser komkujiya şoreşgerên Kurd yên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê re derbazbûn jî hêjan komkujî nehatiye zelalkirin, li herêmên Pays Basque û Bayonneyê meşa protestoyî pêkhat, di meşê de Kurdên li herêmê û dostên Kurdan yên Baskî tevlîbûn.
Di meşê de wêneyên 3 jinên şoreşger, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê, dowîz û pankartên dixwestin komkujî bên ronî kirin hatin hilgirtin.
Meşa ku ji aliyê gelê bajar û çapemeniya herêmî ve dihate şopandin, her wiha ji aliyê radyoyên herêmî ve zindî dihat ragihandin, di dawiya meşê de li ser navê Înîsiyatîfa Gelê Kurd yê li Bayonneyê Ramazan Arslan axivî.
Arslan bibîrxist ku, li ser komkujiyê 45 roj derbazbûn, vê yekê Fransaya ku berpirse vê komkujiyê ronî bike, dixe bin tohmetê. Arslan bang li Serok Komarê Fransayê Hollande kir û got: “Eger hûn nexwarin ev weke deqek reş bikeve dîroka Fransayê, qatîlên Sakîne, Fîdan û Leylayê bibînin û derxînin holê.”
Arslan da diyarkirin ku, ew weke Kurdistaniyên li Bayonneyê jiyan dikin, ji bo ronîkirina komkujiyê ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin, her wiha sipasiya sazî û kesên Baskî yên piştgirîdane wan kir.
Meş piştî axaftinan bi sloganan dawî bû.
JI BO AZADIYA OCALAN ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Weke din li Bayonneyê di çarçoveya ‘Kampanya Ji Ocalan re Azadî’ ya li qada Navnetewî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, îmze hatin komkirin.
Standa ku 20’ê Sibatê hate vekirin û 3 rojan domkir, rêxistinên sivîl yên Baskê piştgirî danê. Di standa ku danezan û broşûrên li ser jiyan û tecrîda Ocalan hatibûn amadekirin, hatin belavkirin û bi devkî jî agahdarkirin çêbû.
Di standa 3 rojî de ji 1000’an zêdetir îmze hatin komkirin.