Li Başûrê Kurdistanê kanek dewlemet a nû ya petrolê hat dîtin

Li Başûrê Kurdistanê kanek dewlemet a nû ya petrolê hat dîtin

Şîrketa enerjiyê ya petrolê Talisman li devera Kurdamîr-2 ya Başûrê Kurdistanê kanek nû ya xwedî petroleke xwedî kalîteyeke bilind îdt.

Şîrketê encamên lêkolînên xwe yên lêgerîna petrolê yên ji serê sala 2012 ve aşkere kir û diyar kir ku diyar kir ku ew dikarin ji vê kana nû ya petrolê rojane 3 hezar û 450 varêl petrol derbixin û şîrketê da zanîn ku li vê deverê 8.8 milyon metrekup gaza xwezayî heye.

Ji rayedarên şîrketê Rihard Herber daxuyanî da û diyar kir ku ew ji kalîteya petrolê ya kana ku li devera Kurdamîr-2 hate dîtin gelek dilxweş in û da znaîn ku ew dê li herêmên din jî dest bi xebatên lêgerînê bikin.