Li Başûrê Sûdanê êrîş: 41 mirî 63 birîndar

Li Başûrê Sûdanê êrîş: 41 mirî 63 birîndar

Li Başûrê Sûdanê di êrîşa ku ji aliyê mîlîsên çekdarî pêk hatî de herî kêm 41 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Başûrê Sûdanê da zanîn ku êrîşa li eyaleta Jongleî, dibe ku ji aliyê mîlîtanên girêdayê Davîd Yau Yau ve pêk hatibe.

Yau Yau ku albeyekî berê yê Başûrê Sûdanê bû, di hilbijartina giştî ya sala 2010’an de  ji ber ku parlamenterek jî dernexist, partiya deshilatdar bi îdiaya ku hîle tevli hilbijartinê kiriye sûcdar kir û têkoşîna çekdarî da destpêkirin. Yau Yau, di sala 2011’an de li Başûrê Sûdanê, di dawiya şerê navxweyî ya bi salan li Sûdanê berdewam kir de bi hevkariya lîderên DYA’yê lihev kirin û  serxwebûn bidesxistin. Piştî vê  ji ber efuya ku serokomarê Başurê Sudanê Salva Kîîr derxist fêde girt û vegeriya Jubayê. Lê di 2012’an de reviya paytexta Hartum a Sudanê û  li herêma Pîbor ku lê hatibû dinê, li dijî Başûrê Sudanê dîsa têkoşîna çekdarî da destpêkirin.

Hat hînbûn ku hinek birîndar bi alîkairya rayedarên NY’ê ve birine Bor û paytex Jubayê.

Wekîlê Waliyê Eyaleta Jongleî, Musseîn Maar da zanîn ku di êrîşan de 41 kes mine û 63 kes birîndar bûne. Maar got rewşa hinek birîndaran girane û fikara wan eve ku hejmara miriyan zêde bibe.