Li Baselê bo gelê Rojava şeva piştevaniyê tê organîzekirin
Li Baselê bo gelê Rojava şeva piştevaniyê tê organîzekirin
Li Baselê bo gelê Rojava şeva piştevaniyê tê organîzekirin
Meclisa Gel a Baselê, bi armanca ku Kurdên li Swîsreyê dijîn bi gelê Rojava re bikeve nava piştevaniyê bi dirûşmeya “Em şoreşa gelê Rojava silav dikin’ dê çalakiyekê pêk bînin û ji bo vê bang kir.
Li bajarê Basel a Swîsyê bi armanca piştevaniya bi gelê Rojava re dê bernameyek pêk were. Der barê bernameyê de Meclisa Gel a Baselê bang kir û diyar kir ku divê hemû Kurdistanî bi gelê Rojava re bikevin nava piştevaniyê.
Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî ku dê di şeva piştevaniyê de cihê xwe bigire, hunemendên kurd Xelîl Xemgîn, Koma Roj, Nuarîn, Ergîn Xelîkan û Koma Bayê Zagros dê derkevin ser dikê. Şahî roja yekşemê li Salona Dawetê ya Burcu dê saet di 13.00’an de pêk were.