Li Guvercîntepe ya Başakşehîrê hovîtiya tîmên taybet

Li taxa Guvercîntepe ya Başakşehîr a Stenbolê ku gelek Kurd lê dijîn, tîmên taybet avêtin ser qehwexaneya Abdulmenaf û Yasîn Ûbîn ên birayê hev in û hovîtî lê kirin.

Tîmên taybet ên hêzên çekdar ên Tirk, ku bi erkên Rewşa Awarte sînoran nas nakin, vê carê êrîşî Qehwexaneya Yasîn a li kolana Ahmet Yesevî ya li taxa Guvercîntepe ya Başakşehîrê kirin. Tîmên taybet, di nava rojê de avêtin ser qehwexaneyê û li xwediyê qehwexaneyê Yasîn Ûbîn xistin, berê çekê dan muşteriyan û gefa kuştinê li wan xwarin.

'HEQARET LI NASNAMEYA ME YA KURDAYETIYÊ DIKIRIN'

Yasîn Ûbîn der barê vê hovîtiyê de ji ANF'ê re axivî. Ûbîn ku ji ber vê lêdanê birîn li rûyê wî der bû û tiliya wî ya işaretê ya çepê derizî, qala hovîtiya roja 5'ê Kanûnê kir: "Tîmên taybet ku rûyê wan bi maske girtî bû û tiving bi wan re hebûn saet di 15:30 de avêtin ser qehwexaneyê. Birayê min derî vekir, lê wan li ber derî pihîn lê dan. Tevî muşteriyan em hemû li erdê dirêj kirin. Piştî ku bi lez û bez lêgerîn kirin, pirsîn bê xwedî kî ye. Min destê xwe rakir, lê ji nişka ez ji erdê raikrin û li min dan. Sê kesan êrîşî min kirin. Destpêkê kulm li rûyê min dan, piştre serê min li dîwêr dan. Her ku min hewl dida rûyê xwe bi destê xwe biparêzim, bi qontaxa çekê li min dan. Timî sixêfên giran li nasnameya me ya Kurdbûnê dikirin. Bi gotina 'Em tîmên lêdanê-kuştinê yên vê dewletê ne' hewl didan çavê me bitirsînin. Dema ku min ji wan pirsî bê çi dixwazin, wan jî kekê min Abdulmenaf nîşan dan û gotin 'Em kekê de Apo dixwazin'. Min ji wan pirsî bê ji kekê min çi dixwazin, wan jî gotin 'ne karê te ye' û ez birin ser banê avahiyê. Li wê derê gef li min xwarin ku eger cihê kekê xwe nebêjim wê min biavêjin xwarê. Berê çekê dan muşteriyên min û bi rengekî bê terbiye pantolonên wan danîn xwarê. Zimanê wan gelekî xerab bû, bêrehm bûn. Di telefona destan de li wêneyê kekê min nihêrîn û pirsîn 'kekê te ev e?'. Wêne ji telefona min derxist û gotin 'eger em wî bigirin, em ê malikê li wî bişeiwtînin'. Piştre jî çûn."

ÛBÎN GILî KIR

Yasîn Ûbîn ê ku li ser lêdana lê hate kirin rapor girt, gilî kir. Ûbîn xwest, ev nêzîkatiya tîmên taybet were cezakirin. Yasîn Ûbîn da xuyakirin ku piştî bûyerê êdî muşterî nayên qehwexaneya wî û got, "Çima li me vê dikin? Gelo ji ber ku em Kurd in? Di prosedureke normal de dikevin qehweyekeê, kontrola nasnameyan dike. Lê tevî ku tiştek li holê tinebû jî bi rengekî dijminane êrîş kirin, li me dan û berê çekê dan muşteriyên me. Heqaret li me xwarin. Ev ne ya qebûlkirinê ye."

'DER BARÊ MIN DE LÊGERÎN NÎNE, EZ LI VIR IM'

Kekê Yasîn Ûbîn Abdulmenaf Ûbîn jî ku tîmên taybet digotin ew lê digerin, anî ziman ku lêgerînek derbarê wî de nîne û got, "Qaşo li min digerin, lê ne bi navê min zanin, ne jî zanin ku ez kî me, çi me." Ûbîn diyar kir ku ewlekariya jiyana wî nîne û got, "Wê rojê eger ez ne li derve bûma lê li qehwexaneyê bûma, wê ez bikuşta. Yên ku ev tişt li birayê min kirin, gelo wê çi bi min nekiribûna? Rabûne wêneyê min jî bi xwe re birine û gef li min xwarine."

Di dawiya hevpeyvînê de du polîsên sivîl bi gotina 'îxbar heye' ketin qehwexaneyê. Polîsan nasnameya Abdulmenaf Ûbîn kontrol kirin û careke din derket holê ku lêgerîn der barê wî de nîne.