Li Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de, nêzî 4 hezar binpêkirinên mafan

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ragihand ku wan li Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de herî kêm 3895 binpêkirinên mafan, tespît kirine.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirina mafan a 6 mehên ewil ên sala 2024’an ên li bakurê Kurdistanê hatine kirin, eşkere kir. Serokê Şaxê Ercan Yilmaz 38’emîn salvegera damezirandina ÎHD’ê bi bîr xist û got ku dê têkoşîna wan bidome. Ercan, da zanîn ku di têkoşînê de 23 endamên wan bi awayekî kiryarnediyar hatine qetilkirin û bi sedan jî neçar man ku koçî derveyî welat bibin. Ercan, got ku heta digihijin standartên gerdunî dê têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan bidome.

Cîgira Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Rumeysa Denîz Kaya jî beşa nirxandinê ya raporê xwend. Kaya, diyar kir ku binpêkirinên mafan di nava 6 mehan de zêde bûne û bi awayekî sîstematîk didomin. Kaya, got ku bi hezaran binpêkirin bi destê hêzên ewlekariyê hatine kirin û wiha domand: “Ji ber ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin, rewşa şer û bêîstîqrariya navxweyî û derveyî welat didome. Ji ber zimanê cihêkar ê îktîdara siyasî, ji rêbaza gûftîgo û muzakereyan dûr ketine. Ji ber israra di şer de, bîlançoyeke giran a pevçûnan li ser jiyana tevahiya civakê çêkriye.”

Kaya, got ku di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de li Bakur ji ber zextên ser mafên “ewlehî û azadiya şexs”, “azadiya xwe birêxistinkirinê” û “azadiya fikr û xweîfadekirinê” gelek binçavkirin û girtin çêbûne. Kaya, wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de li bajarên herêmê herî kêm 88 jê zarok bi giştî hezar û 164 welatî hatin binçavkirin, 4 jê zarok herî kêm 165 welatî jî hatin girtin. Herî kêm cezayê hefsê li 3 welatiyan hate birîn û di vê pêvajoyê de li herêmê bi ser herî kêm 527 mal/kargehan de hate girtin. Herî kêm 4 pêşandana çalakiyan hate qedexekirin. Ji 74 dosyayên lêpirsînê herî kêm derheqê 520 welatiyan de lêpirsîn hate destpêkirin. Ji 10 dosyayê dozê herî kêm li 39 welatiyan doz hatin vekirin. Siyasetmedar û rojnameger jî di nav de ji 13 dosyayan bi giştî li 56 welatiyan cezayên hefsê û pereyan hatin birîn. Bi ser avahiyên 3 partiyên siyasî, rojnameyekê û avahiyeke şaredariyê de hate girtin.”

Kaya, bal kişand ser qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin û got ku sepanên piştre li herêmê ketine meriyetê, sepanên rejîma OHAL’ê yên di salên 90’î de jî derbas kirine. Kaya, qala şewata li Amed-Mêrdînê jî kir û got ku ji ber şer û pevçûnan, binpêkirina mafê jiyanê jî didome.

Kaya, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan jî zêde bûne û da zanîn ku mînaka herî şênber a “tecrîd” û “îzolasyonê” bi rewşa Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re teşe girtiye. Kaya, wiha pê de çû: “Mafên hevdîtina bi parêzer û malbatan re, mafên hevdîtina li ser telefonê û yên agahîgirtinê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tên ragirtin, bi awayekî keyfî tên astengkirin. Tevî biryarên DMME’yê û yên Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê yên têkildarî mijarê jî rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê didome. Tu aliyê vê rewşê ya hiqûqî nîne. Weke parastvanên mafan em dixwazin meseleya kurd bi rêyên demokratîk, aştiyane û adilane bê çareserkirin. Em ê di her şert û mercan li dijî polîtîkayên xelet ên dewletê derkevin û parastina mafên mirovan bikin.”

Piştre jî Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahir Saçakli rapora 6 mehan xwend. Di raporê de bal kişand ser van xalan:  

* Di encama ‘kuştinên keyfî, bikaranîna bêperwa ya çek û hêzê, bi hişyariya raweste nekir’ û ‘înfazên bêyî darizandinê’ yên hêzên ewlekariyê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

* Hat îdiakirin ku li girtîgehên herêmê 3 girtiyan ji ber nexweşiyên cuda û 2 girtiyan jî ji ber întîharê jiyana xwe ji dest dane.

* Di encama xeletî û xemsariyê fermî herî kêm 18 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 76 welatî ji birîndar bûn.  

* Di şewata ji ber sersariya DEDAŞ’ê derketî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Di encama binpêkirinên mafê jiyanê yên li herêmê de 21 hêzên ewlekariyê, 44 milîtanên çekdar û 65 sivîl jî di nav de bi giştî herî kêm 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 endamên hêzên ewlekariyê û 117 jê svîl bi giştî herî kêm 137 kes jî birîndar bûn.  

* Li 5 bajar û navçeyên girêdayî wan ên li herêmê 21 caran herêmên ewlehiya taybet hatin ragihandin. Herî kêm li bajarekî carekê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin. Herî kêm cenazeyekî milîtanên rêxistinê radestî malbata wî nehat kirin. Herî kêm cenazeyên 3 milîtanan tevî hewldanan jî dereng radestî malbatên wan hatin kirin. Herî kêm carekê li dijî goristanan êriş hate kirin.

KOMKUJIJIYA LI DIJÎ JINÊ, ÊŞKENCE, ‘QEDEXE’ Û ASTENGÎ

* Di 6 mehan de li herêmê herî kêm 19 jinan bi awayekî guman, 30 jinan ji ber tundiya nava malê û 10 jinan jî di encama tundiya civakî de jiyana xwe ji dest dan.

* Di encama tundiya nava malê de herî kêm 27 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di encama tundiya civakî de herî kêm 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 2 zarok jî birîndar bûn. Di qada civakî de herî kêm 15 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û yek jî hate revandin.

* Zarok jî di nav de li herêmê herî kêm 98 welatî rastî îşkence û miameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatin. Li bajarên herêmê 88 jê zarok herî kêm hezar û 164 welatî hatin binçavkirin. 4 jê zarok herî kêm 165 welatî hatin girtin. Herî kêm ji bo 3 welatiyan biryara hefsa malê hate dayîn. Li herêmê herî kêm bi ser 527 mal/kargehan de hate girtin.

* Li herêmê herî kêm pêşandana 4 çalakiyan hate qedexekirin. Di 74 dosyayên lêpirsînê de herî kêm li 520 welatiyan lêpirsîn hate vekirin. Di 10 dosyayên dozê de herî kêm li 39 welatiyan doz hatin vekirin. Siyasetmedar û rojnameger jî di nav de ji 13 dosyayan herî kêm li 56 welatiyan cezayê hefsê û yê pereyan hatin birîn. Bi ser avahiyên 3 partiyên siyasî, rojnameyek û şaredariyekê de hate girtin.

*Hêzên ewlekariyê herî kêm mudaxileyî 34 civîn û xwepêşandanan kirin.

*Walîtî û qeymeqamtiyan herî kêm 21 civîn û xwepêşandan betal kirin.  

*Waliyên herêmê herî kêm 56 caran civîn, xwepêşandan û meş qedexe kirin.

LI ZINDANAN ÊŞKENCE

* Li girtîgehan herî kêm 44 girtî bêyî daxwaza wan û bêyî ku hincetek were nîşandan li girtîgehên cuda hatin sewqkirin.  

*Mafê tenduristiyê yê herî kêm 116 girtiyan û mafê hevdîtinê yê herî kêm girtiyekî hate binpêkirin.

*Herî kêm derheqê 65 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin û herî kêm li 4 girtiyan cezayên disiplînê hate birîn.

*Herî kêm 7 girtî rastî tecrîd û îzolasyonê hatin.

*Bi hincetên cuda (derneketiye lijneyê, cezayê disiplînê, poşman nebûye, tev li torenên olî û netewî nebûye) herî kêm tehliyeya 22 girtiyan hatin taloqkirin.

*Di şert û mercên ewlehiya kar nehatiye parastin de herî kêm 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok 20 karker jî birîndar bûn.

*Herî kêm kesek ji peywirê hate girtin û herî kêm derheqê 3 kesan de lêpirsîna îdarî hate destpêkirin û hatin sirgunkirin.

DESTESERKIRINÊN ŞAREDARIYAN

* Li şaredariyeke herêmê qeyûm hate tayînkirin. Derheqê 4 şaredariyan de lêpirsîna îdarî hate destpêkirin. Herî kêm pasaportên 9 hevşaredaran li ser daxwaza midûriyetên emniyetê bi îdiaya ‘ewlehiya giştî’ hatin betalkirin. Derheqê hevşaredarekî de bi îdiaya heqareta li serokkomar doz hate vekirin.  

*Mafê tenduristiyê yê herî kêm 416 welatiyan hate binpêkirin, li herêmê herî kêm 5 şewatên daristanan û birîna daran pêk hatin. Mafê xanî yê herî kêm welateiyekî hate binpêkirin.

Bi giştî herî kêm 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin.”