Li Bakûrê Kurdistanê boykota dibistanan didomin
Li Bakûrê Kurdistanê boykota dibistanan didomin
Li Bakûrê Kurdistanê boykota dibistanan didomin
Boykota dibistanan a bi daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" û redkirina "Sonda me" ya di pêşengiya TZP-Kurdî de têmeşandin bi çalaki û şahiyan berdewam dike. Li Edene, Aydin, Mêrsîn, Hatayê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. KURDİ-DER'a Geverê jî xwest li baxçeyê dibistanê dersa kurdî bide, lê polîsan destûr neda.
GEVER
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Geverê, bi boneya daxwazên perwerdehiya zimanê zikmakî bilêv bikin û sonda me ji dibistanan bê rakirin xwest li hewşa Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê dersa kurdî bidin. Lê polîsan destûr neda û daxwaza KURDÎ-DER'ê asteng kir. Bi sedan ciwan, zarok û welatiyên ku li ber Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê kom bûn û heta Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê meşiyan. KURDÎ-DER'ê piştî meşê pirtûkên kurdî li xwendekaran belav kir û xwest dersa kurdî bide. Lê dersa kurdî ji aliyê polisan ve hat asteng kirin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Arife Kutlar diyar kir ku ev mafê wan ê demokratîk e û li gel astengiyên polisan nîv saetê ders dan xwendekaran. Arife Kutlar, anî ziman ku mudaxaleya polîsan a li hemberî zarokan polîtîkayên dewletê ye.
Çalakî bi siloganên "Bijî serok Apo" bi dawî bû.
ŞEMZÎNAN
Nûnertiya KURDİ-DER'ê ya Şemzînanê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Şemzînanê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê Şemzînanê Cabbar Taş, Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, nûnerên KCD, YAKIN-DER û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Nûnerê KURDÎ-DER'ê Hamza Arslan, daxuyanî da û daxwaza zimanê zikmakî kir.
EDENE
Şaxa KURDİ-DER'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê meşek pêk anî. Girseya ku ji taxa Ova dest bi meşê kirin heta Dibistana Seretayi ya Seyhanê meşiyan. Di meşê de rêveberên KURDİ-DER, MEYA-DER û BDP'ê amade bûn. Di meşê de pankarta "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" vekirin û dowîzên "Bê ziman jiyan nabe" û "Ziman beden e, li bedena xwe xwedi derkevin" bilind kirin. Girsê bê navber siloganên "Bê zima jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Piştî meşê Serokê Şaxa KURDİ-DER'ê Giyaseddin Gumuş, daxuyşanî da û daxwazên kurdan ên zimanê zikmakî bilêv kir. Girsê çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî kir.
HATAY
Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Îskenderûna Hatayê jî bi heman armancê îmzeyên ku kom kiribûn radestî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Îskenderûnê kir. Beriya daxwaznameyan bidin rayedaran nûnerên HDP, BDP, ÎHD, ODP, Komeleya Çanda Elewiyan, li ber Nûnertiya Egîtîm Sen'ê daxuyanî xwendin û daxwazên xwe anîn ziman.
MÊRSÎN
Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariya Akdenizê kom bûn û heta Midûriyeta Perwerdehiya Akdenîzê meş pêk anîn. Di meşê de Rêveberên BDP, HDP, Egîtîm Sen, YAKAY-DER, KURDÎ-DER, 78'an amade bûn. Girsê di meşê de pankarta "Bê ziman jiyan na be" vekir û li ber Midûriyeta Perwerdehiyê daxuyanî da. Cîgirê Hevserokê BDP'a Mêrsînê Orhan Hazar, li vir daxuyanî da û polîtîkayên dewletê rexne kir. Piştre Rêveberê BDP'ê Emin Uslu, li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Akdenizê ders da xwendekaran.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.