Li Bakirkoyê tevî zexta polîsan jî dayik rûniştin

Ji bo ku ji dengê girtiyên siyasî re ku li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bibin bersiv, dayikên girtiyan ligel hemû zext û zordariyên polîsan jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Ji bo ku deng bidin girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, dayikên ku ev 7 roj in li ber Girtîgeha Bakirkoyê rûdidin, li gel hemû astengiyên polîsan jî çalakiya rûniştinê kirin.

Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan û Zuleyha Gulum û parêzer hazir bûn. Dema ku dayik ber bi girtîgehê ve meşiyan, polîsên Tirk pêşiya wan girtin. Parlamenter Gulum û Ocalan helwest nîşan dan û ji Midûrê polîsan re gotin, ''ji kengî ve rûniştin qedexe ye?''

Omer Ocalan li ser gotina 'sûcdarê terorê' ya ku Midûriyê Emniyetê ji bo girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de gotî, polîs, dozger, leşker, dadgerên ku ji FETO hatine girtin îşaret kir û got, ''Sibe kî wê ji sûcê terorê têkeve girtîgehê ne diyar e.''

OCALAN: TALÎMAT LI DIJÎ YASAYAN E

Omer Ocalan astengiya polîsan weke bêhiqûqî pênase kir û got, ''Hûn bi emir û fermanan dixebitin.'' Piştî ku Midûrê polîsan got, ''Fermanê ez didim, ez Midûrê Emniyetê me'' Ocalan got, ''Heke talîmatan tu didî, talîmata te li dijî zagonan e. Hûn nikarin bi hestên xwe biryaran bidin û tevbigerin. Ev dayik hemû 60-70 salî ne, ji bo aştî û demokrasiyê hewl didin.''

Polîsan her wiha nehişt ku nûçegihan wêne û dîmenan bigirin. Dayik nêzî 10 deqeyan li ber girtîgehê rûniştin û bi dirûşm û lîlandinan ber bi avahiya Navçeyê ya Şîrînevler a HDP'ê ve meşiyan.