Li Bakirkoyê polîsan êrîş kir: 4 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk êrîşî xizmên girtiyan kir ên ku dixwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê bimeşin. Polîsan 4 kes destgîr kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Xizmên girtiyan careke din ji bo piştgiriyê xwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê ve bimeşin. Polîsan êrîşî çalakiya dayik û xizmên girtiyan kirin.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî tevlî çalakiyê bû.

Malbatan dema ku xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin, polîsan rê girt. Polîsan diyar kirin wê destûrê bidin malbatên ku hevdîtina wan hene.

Piştî ku girse belav nebû, polîsan gef xwarin ku wê wan destgîr bikin. Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ji polîsan xwest ku malbat dixazin 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê bikin lê polîsan daxwaza malbatan red kir.

Dema ku malbat bi tilîlî û sloganan dest bi meşê kirin, polîsan êrîşî dayikan kir û 4 kes destgîr kirin.

Polîsan şîddet li rojnamegeran jî kir û dest danî makîneyên wênegirtinê û kamerayên rojnamegeran.