Li bajarê Norrpîng ê Swêdê abîdeya qirkirinê wê bê çikandin
Meclîsa Şaredariya Norrkopîng a Swêdê ji bo bîranînan Ermenî, Asurî-Sûryanî û Pontus Ruman ku di 1915’an de rastî qirkirinê hatin de wê li navenda bajar abîdeyekê biçikînin.
Meclîsa Şaredariya Norrkopîng a Swêdê ji bo bîranînan Ermenî, Asurî-Sûryanî û Pontus Ruman ku di 1915’an de rastî qirkirinê hatin de wê li navenda bajar abîdeyekê biçikînin.
Meclîsa Şaredariya Norrkopîng a Swêdê ji bo bîranînan Ermenî, Asurî-Sûryanî û Pontus Ruman k udi 1915’an de rastî qirkirinê hatin de wê li navenda bajar abîdeyekê biçikînin.
Pêşniyara çiqandina abîdeyekê ya li bajarê Norrkopîng ev salek bû di rojeva meclîsa Şaredariyê de bû. Li Swêdê qanûn derfet didin ku welatî pêşniyaran bibin meclîsên şaredariyan.
Kesê bi navê Îbrahîm Tekman ê ku ji vî mafî fêde girt, sala bûhrî di meha Sibatê de pêşniyar kir ku li navenda bajar ku 12 hezar Asurî û Ermenî dijîn abîdeyek ji bo qurbaniyên qirkirinê bê çikandin.
Piraniya meclîsê daxwaz kirin ku navê abîdeyê bibe abîdeya qirkirinê. Piştî nîqaşan Meclîsa Şaredariyê bi yek dengî biryar da. Hat diyarkirin ku wê abîde ligel Muzeya Bajar li Parka Folkets bê çikandin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Muhafazakar Saît Nîson piştî biryarê axivî û diyar kir ku Swêd yekem welatê ku di 2010’an de qirkirina Ermeniyan qebûl kiriye û ji ber çikandina abîdeyê ya li bajarê Norrkopîng gelek kêfxweşin û spasiyên xwe pêşkêşî endamên meclîsê kir.
Sala buhrî jî biryar hatibû dayîn ku li navçeya Botkyrka a Stockholmê abîdeyek bê çiqandin.
LI SODERTALJE PÊŞANGEHA QIRKIRINÊ
Li navçeya Sodertalje ya ku 30 kîlometre ji Stockholmê dûr e, bi munasebeta sala 100. qirkirinê de pêşangehek hat vekirin. Di pêşangehê de şaredarê Sodertalje, Boel Godner diyar kir ku ji bo pêşî li qirkirinê bê girtin divê qirkirina 100 sal berê pêk hatiye bê qebûlkirin.
PISPOR DI FEDERASYONÊ DE HATIN CEM HEV
Li Swêdê konferansek bi mijara qirkirinê pêk hat û lêkolîngerê ku di vê mijarê de lêkolîn kirin Vahagn Avedîan, Davîd Gaunt, Goran Gunner, Svante Lundgren û Maria Carlsson û Ragip Zarakolu wek axatvan beşdar bûn. Serokê meclîsa şaredariyê Besîm Aho axaftina vekirinê kir û got ku qirkirina di 1915’an de pêk hatibû Asurî-Sûryaniyan wek Seyfo bi nav kiriye, Ermeniyan wek qirkirin bi nav kiriye. Di konfernasê de hat gotin ku çi dibe bila ev sûc li dijî mirovahiyê hatiye kirin.