BI DÎMEN

Li Awûstûryayê hilbijêr diçin ser sindoqan

Li Awûstûryayê, dengdayînê destpê kir. Li gelek herêman hilbijêr bi otobusan diçin navendên dengdanê.

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna li Awûstûryayê destpê kir.

Li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ji niha ve tevlîbûna zêdetir xuya dike. Muşahîtan diyar kirin, ku heta niha 406 hilbijêran li Konsolosxaneya Viyanayê dengê xwe bi kar anîne. 

JI OTOBUSAN DIBIN SER SINDOQAN

Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Awûstûryayê ragihand, ku ji bo dengdayîna navebra 8-25'ê Cotmehê de ew ê ji bo birina hilbijêran ji bo herêmên Viyana, Salzbûrg û Bregenzê, otobusan bi rê bikin.

Hilbijêr wê di nava hefte û dawiya hefteyê de, saet di navbera 10:00-19:00 de li Konsolosxaneyên Viyana, Salzbûrg û Bregenzê dengê xwe bi kar bînin.