Çalakiya Kurdistaniyan ku li dijî kirinên darbeyê yên hikûmeta AKP’ê ku li Kurdistanê dimeşîne û li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li meydana Syntagma a Atîna ya Yewnanîstanê di roja şeşan de berdewam dike. Çalakiya nobetgirtinê ya ku bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Kurd a Yewnanîstanê dest pê kirî, her şev saet 17.00’an bi rengên cihê berdewam dike. Kurdistaniyan li meydanê stand vekirin, qad bi pankart û alayan xemilandin û bi belavkirina belavokan komkujiyên AKP’ê deşîfre dikin. Têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyan agahî ji bo Yewnaniyan tê dayin ku têne ber standê.
Ji hêla Meclîsa Gel a Kurd ve daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Roj ew roj e ku em li dijî desteserkirina şaredariyan û tecrîda li ser Rêbertiya me çalakiyan lidar bixin" û hate xwestin ku Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn bê rawest li qada çalakiyê bin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelek rêxistinên demokratîk û girseyî jî pişgiriyê didin çalakiyê û ew ê hefteya werê bi awayên cihê çalakiya xwe bidomînin.